Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI HEMBERÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

IBRAHÎM GÊNCO - ENDAMÊ ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN A KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ

Endamên Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar dikin û dibêjin, mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji 24 salan ve rêber Abdullah Ocalan di zindana Imraliyê de dîlgirtiye û zêdetirî 2 salan e tecrîd girantir kiriye.

Herî dawî jî, dewleta Tirk a dagirker nameyên gefxwarinê ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin.

Têkildarî mijarê, Endamên Encumena Malbatên Şehîdan a kantonên Efrîn û Şehbayê ji Rojava Tv re axivîn.

Endamê Encumenê Ibrahîm Gênco got, dewleta Tirk ji felsefeya Rêber Ocalan ditirse, ji lewre tecrîdê giran dike.

Her wiha endamê heman Encumenê Ebdulhenan Mamo diyar dike ku Rêxistinên mirovî û navnetewî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.

Li hemberî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk, gelên bakur û rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne û bi yek dengî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.