KONGREYA NAVNETEWEYÎ YA OL Û BAWERIYAN BI RÊ VE DIÇE
Bi sponseriya Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşma “Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin” 2’yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li hola Serdemê ya bajarê Hesekê dest pê kir. Kongre wê du rojan dewam bike.
Zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Zeredeştî bi hemû mezhebên xwe, lêkolîner, akademîsyen ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûne.
Her wiha dê ji Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn û Cîhanê bi dehan kes bi rêya Zoomê û peyamên bi dîmen beşdar bibin.
Li gorî bernameya kongreyê, dê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê Ol û Baweriyan de werin guhdarkirin û nameya KCK’ê were xwendin.
Kongre dê ji 4 rûniştinan pêk were.
Kongreya yekemîn a Ol û Baweriyan di sala 2020’an de bi dirûşma “Bi hev re em nameya aştiyê belav bikin” hatibû lidarxistin