RÊVEBERIYA XWESER 2 JIN Û 3 ZAROKÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê RADESTÎ ŞANDEYA KANADAYÊ KIRIN
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 jin û 3 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Kanadayê kirin.
Şande bi fermî ji aliyê Gerînendeya Têkiliyên derve ve hat pêşwazîkirin.Şandeyeke ji Kanadayê bi serokatiya Rêveberiya Giştî Ya Karên Konsulxaneya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Victoria Filler û nûnera Kanadayê ya ji bo Sûriyê Rasta Daeî serdana herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Şande ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber a Gerînendeyê Xalid Ibrahîm û nûnera YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Robêl Beho di hevdîtinê de bal kişand ser nexşerêya dawîn a civîna Astanayê û diyar kir ku nexşerê ji gelek hevbendiyên li dijî gelê Sûriyê pêk tê û ev hevbendî wê aloziya Sûriyê kûrtir bike.
Beho diyar kir ku rêya yekane ya çareserkirina aloziyê diyalogên navxweyî ne û bang li civaka navneteweyî kir ku destekê bidin hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê ya li gorî biryara 22 54’an.
Beho destnîşan bi biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî kir û bang li hikumeta Kanadayê û civaka navneteweyî kir ku destekê bide avakirina dadgehên navneteweyî yên ji bo darizandina DAIŞ’iyan û got, çeteyên li herêmê mîna bombeyek li ber teqînê ne û gefan li herêmê û tevahî cîhanê dixwin.
Rêveberiya Giştî ya Karên Konsulxaneya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Victoria Filler jî got, Kanadayê kêfxweş e ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tevkariyê bike.
Victoria Filler got ku ew piştevaniya Rêveberiya Xweser a di aliyê tenduristî, derûnî û ewlehiyê de ya bi hemwelatiyên Kandayê yên ragirtî dizane û anî ziman ku hikumeta Kanadayê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne û ji ber metirsiya çeteyên di kamp û girtîgehan de bi fikar e.
Di dawiya hevdîtinê de Gerînendeya Têkiliyên Derve 2 jin û 3 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Kanadayê li gorî belgeyeke fermî radestî şandeyê kirin.