Kanala ROJAVA TV

KOMXEBATA NAVNETEWEYÎ YA LI SER PEYMANA LOZANÊ BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Encamnameya Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê eşkere bû.
Di encamnameyê de hat gotin ku divê hêzên Kurdistanî bêyî cûdabûna nêrînan, peymaneke neteweyî îmze bikin û bang hate kirin ku Rêveberiya Xweser were naskirin.Komxebata ”Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS ve hat birêxistinkirin di roja duyemîn de bi encamnameyekê bi dawî bû.

Beşdarên komxebatê gihane komeke pêşniyar û daxwazan ku dikarin doza kurdî û pirsgirêkên ewlehî û aramîyê çareser bikin. Pêşniyariyên hatine kirin jî bi vî rengî bûn:

1-Em tekez dikin ku piştî sed sal di ser morkirinê wê re derbas bû, Peymana Lozanê nikarîbû aştî û aramiya herêmî peyda bike.
Divê dewletên berpirsên vê peymanê pirsgirêkên ku ji ber vê peymanê derketine rast û çare bikin.

2- Li gorî peymanên mafên mirovan û peymana Neteweyên Yekbûyî, divê dewletên bi bandor ên di siyaseta navnetweyî de doza kurdî bipejirînin û mafên gelê Kurd ê xwebirêvebirina siyasî, çandî, aborî, civakî û ewlehî mîsoger bikin.

3- Ji bo parastina gelê Kurd ji qirkirinê, divê hêzên kurdistanî derftên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî xurt û hevrêz bikin.

4- Gelê Kurd li vê herêmê gelekî resen e, tu metirsiya wî li ser gelên cîran tune ye, ji ber vê yekê divê dewletên ku xaka Kurdistanê parçe kirine, siyasetên xwe yên li dijî Kurdan careke din berçav derbas bikin.

5-Neteweya demokratîk weke raman û felsefe, xwe weke çareseriyeke gengaz ji pirsgirêkên aştiya herêmî, parastina çandên kevnar li herêmê ji tundrewîtiyê û rizgarkirina xelkê ji qeydan nîşan dide.

6- Divê parastin, piştgirî û pejrandina navneteweyî ji Rêveberiya Xweser re were peydakirin.

7-Berdewamkirina êrîşên li dijî gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê, berdewama Peymana Lozanê ye.

8- Beşdaran diyar kirin ku dijminên gelan pabendî bi tu rêzik û peymanên navneteweyî nabin.

9- Em tekez dikin ku rêya yekane ya derbaskirina encamên Peymana Lozanê û rêgirtina li ber peymanên nû yên sitemkar ên li ser herêmê, xwesipartina li hêza gel e.

Ji ber vê yekê beşdarên komxebatê bang li civaka navneteweyî bi hemû desteyên wê yên têkildarî dikin ku li hemberî siyasetên paşguhkirin, înkarkirin û qirkirinê ku li ser gelan têne meşandin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha bang li komîteyên hiqûqî û aliyên têkildar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku pêşinyarên komxebatê li cem aliyên navneteweyî yên têkildar bişopînin”.