Kanala ROJAVA TV

BAFIL TALEBANÎ: PEYMANA LOZANÊ LI DIJÎ HEBÛNA KURDAN HATE ÎMZEKIRIN

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî nameyek ji Komxebata têkildarî Peymana Lozanê re şand û banga yekrêziya navmala Kurdî kir.

Bafil Talebanî karûxebatên komxebatê pîroz nirxand û got, Peymana Lozanê li ser hesabê çand, erdnîgarî û hebûna gelê Kurd hate îmzekirin

Her wiha li hemberî hewldanên tunekirina Gelê Kurd Talebanî dibêje, bila dijmin baş bizanibe ku dê gelê Kurd mîna çiyayên Kurdistanê bilind bimîne û serî netewîne.

Bafil Talebanî diyar kir ku gelê Kurd ti carî ne alîgirên şer in û Kurd dixwazin li welatê xwe bi aramî bijîn.

Di beşekî din de tekez kir ku ew weke YNK’ê xebatên ji bo pêkanîna yekîtiya nîştimanî dewam dikin.

Talebanî di dawiyê de bang li her kesî kir ku ji bo berjewendiyên doza Kurd nêrînên xwe yên siyasî bikin yek.