Kanala ROJAVA TV

KOMXEBATA TÊKILDARÎ PEYMANA LOZANÊ DI ROJA 2’EMÎN DE BI RÊ VE DIÇE

Komxebata Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a têkildarî Peymana Lozanê di roja xwe ya 2emîn û ya dawiyê de li Hesekê bi rê ve diçe .

Beşdarên Komxebatê dibînin ku armanca Peymana Lozanê tunekirina gelê Kurd bû .

Komxebata NRLS`ê ya têkildarî Peymana Lozanê ku du roj in li Hesekê tê lidarxistin, bi nîqaşên der barê rewşa Kurdan û astengiyên pêşberî wan, dewam dike.

Komxebat bi sernavê “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” bi beşdariya 150 delegeyan, dewam dike.

Di roja duyemîn a komxebatê de 7 mijarên sereke yên wekî “Rewşa Kurdan a heyî û astengiyên ku rastî wan tên, Rê û rêbazên rûbirûbûna şerê tunekirinê yê ku gelê Kurd armanc digire, Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş ji bo doza Kurd û herêmê” têne nîqaşkirin.

Her wiha Li gorî komîteya amadekar biryar e îro komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Li gorî Beşdarên Komxebatê Peymana Lozanê rê li ber Perçebûna Kurdistanê vekir û bandorên Peymanê heta Roja îroj dewam dike .

Beşdar dibînin ku yên herî zêde êş û azar ji ber peymana lozanê dîtin gelê kurd bûn .