Kanala ROJAVA TV

KONGREYA 2′YEMÎN A KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA HAT LIDARXISTIN

Li bajarê Reqa îro Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinên Zenûbiya hat li dar xistin. Kesên ku beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin da ku xwe bigihînin hemû jin û mêran ji wan ji zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin.

Bi dirûşma “Bi birêxistinbûn û vîna jinan em civakeke azad û demokratîk ava bikin” Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya li Hola Mişwar a Reqayê, hat lidarxistin.

Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê ,endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG′ê, encumena Jinan a Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Di kongreyê de Seroka Desteya Rêveber a MSD Ilham Ehmed axivî û diyar kir ku êrîş her dem li dijî jinan pêk tê, ev yek jî ji ber ku jin pêşengên şoreşê ne.

Di Kongirê de Berdevka Komîteya Aborî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê Cihan Mihemed axivî û kongreya 2’emîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya li jinan pîroz kir

Li aliyekî din Rêvebera Weqfa Jinan di kongra Îslama Demokratîk de Rîm Idrîs jî dibêje ku li dar xistina vê kongrê di vê demê de bersiv ji êrîş û pilanên dagirkera ne.

Kongre bi axaftin û sînevîzyona li ser xebatên 2 salan ên kombûnê, xwendina nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê birêxistinbûna jinan û nîqaşkirina rêziknameyê de, dewam dike