LI HIMBERÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK GELÊ HERÊMÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DIDIN
xelkên Kobanê li himberî Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê nerazîbûn nîşan dan.
û gotin, em ê her dem li himberî êrîşên dewleta Tirk berxwedanê bikin û tu carî dest ji xaka xwe bernadin.
Ji destpêkirina şoreşa Rojava yê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an û heya niha, dewleta Tirk a dagirker rojane li dijî herêm êrîşan pêk tîne.
Gelê Kurd jî li himberî van êrîşan her dem berxwedanê nîşan didin û bi axa xwe ve bêhtir tên girêdan.
Li himberî van êrîşan jî, şêniyên Kobanê ji Rojava TV re axivîn û bertek nîşan dan.
Welatiya bi navê Xalîda Seydî dibêje ku ew heya mirinê dest ji ax û mala xwe bernadin.
Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Ehmed Emîn jî got her ku Dewleta Tirk êrîşên xwe bike, em ê asta tekoşîna xwe bilindtir bikin.
doh Dewleta Tirk a dagirker Qada Newroz a Başûr Rojhilatê bajarê Kobanê topbaran kir.
dewleta tirk Ambulansa ku çûbû cihê topbaranê yekser kir hedef. Di endamê de 2 kadroyên tenduristiyê birîndar bûn û niha li nexweşxaneyên bajêr têne dermankirin.
Her wiha Dewleta Tirk a dagirker kargeha çêkirina boyaxê ya Başûrê Kobanê topbaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn