Kanala ROJAVA TV

KOMXEBATA NAVNETEWEYÎ YA TÊKILDARÎ PEYMANA LOZANÊ BI RÊVE DIÇE

Îro danê sibehê Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê, li bajarê Hesekê dest pê kir.

Komxebat ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS ve bi navê  “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” hate lidarxistin.

Di Komxebatê de zêdetirî 150 siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolînerên kar û barên Rojhilata Navîn beşdar bûn.

Di destpêkê de endamê Desteya Rêveber a NRLS′ê Rakan Şêxê bixêrhatina mêvanan kir û derbarê armanca komxebatê de got: “Armanc ji vê komxebatê ew e ku balê bikişînin ser Peymana Lozanê û lihevkirinên li ser hesabê gelê Kurd hatine îmzekirin.

BÊRÎVAN XALID: PEYMANA LOZANÊ JI BO MAFÊ GELAN DERBEYEKE BI ÊŞ BÛ

Piştre Hevseroka encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid jî axivî û bi bîr xist ku çend roj mane dê sed sal di ser Peymana Lozanê re ku di Encamê de Kurdistan bû Çar Perçe, derbas bibe.

Bêrîvan Xalid di berdewama Axaftinên xwe de got, Peymana Lozanê ji bo mafê gelan û hesreta wan a ji bo azadiyê derbeyeke bi êş bû û didome.

Tevî vê Peymanê û komployên din ên li dijî gelê Kurd hatine Pêkanîn, gelê Kurd bê hêvî nebûye.

Bêrîvan Xalid di dawiya axaftina xwe de anî ziman: “Em her peymanên li dijî gelê Kurd Şermezar dikin û em bang li hêzên navneteweyî û hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku piştgiriya mafên rewa yên kurdan û daxwaza wan a pêkanîna aştiyeke adil û pêkvejiyana aştiyane bikin.