Kanala ROJAVA TV

REWŞENBÎRÊN REQAYÊ DESTPÊŞXERIYA XWENDINA PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO RAGIHANDIN

EL- NAYIF: HER KU EM PARÊZNAMEYAN DIXWÎNIN, ASOYÊN ME FIREHSTIR DIBIN

Hejmarek ji Rewşenbîrên bajarê Reqayê destpêşxeriya xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, ragihandin.

Rewşenbîrên Reqayê rojane li hev dicivin û dest bi xwendina parêznemyên Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Rewşenbîr parêznameyan dixwînin û bi hev du re analîzên xwe li ser vedibêjin.

Li gorî rêveberên destpêşxeriyê, armanca wan ew e ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de belav û cîbicî bikin.

Endamê Akademiyên Civaka Demokratîk Beşîr El- Nayif dibêje, her ku ew parêznameyan dixwînin, aso û firkên wan berfirehtir dibin.