DESTEYA PERWERDEYÊ YA FIRATÊ CIVÎNA DAWIYA SALA XWENDINÊ LI DAR XIST
Desteya perwerde û fêrkirinê ya Herêma Firatê îro bi beşdariya berdevkên dibistanan, civîna dawiya sala xwendinê li dar xist.
Di civînê de rewşa sala xwendinê, astengiyên ku desteya perwerdeyê pê re rû bi rû dimîne û çawaniya derbaskirina wan hatin nîqaşkirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê ji bo nîqaşkirina rewşa sala xwendinê ya 2022 û 2023’yan îro civînek li Akademiya Şehîd Viyan Amara ya bajarê Kobanê li dar xist.
Berdevkên dibistanan, hevserokên desteya perwerdeyê û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rewşa sala xwendinê, astengiyên ku desteya perwerdeyê pê re rû bi rû dimîne û çawaniya derbaskirina wan hatin nîqaşkirin.
Li gorî desteya perwerde û fêrkirinê ew ê di sala xwendinê ya nû de dibistanên ku zirar dîtine çaksaz bikin û projeyên cuda pêşkêş bikin.
Li Herêma Firatê ji ber êrîşên berdewam ên dewleta Tirk çend dibistan wêran bûn û dem bi dem proseya xwendinê dihate rawestandin, lê tevî wê yekê jî xwendekaran bi awayekî serkeftî sala xwendinê bi dawî kirin.