CIWANÊN HERÊMÊ BI HER AWAYÎ ŞER Û PILANÊN LI DIJÎ CIWANA RED DIKIN
CIWANÊN PYD: DI QONAXA HEYÎ DE CIWAN XWE PERWERDE Û BIRÊXISTIN DIKIN
Tevgera Ciwanên PYD’ê li bajarê Qamişlo êrîş û şerê taybet yê ku li dijî ciwanên herêmê tên bikaranîn red dikin û dibêjin ciwanan ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê di her warî de pêşengtiyê dikin..
Her wiha bang li ciwanan kirin ku xwedî li nasnameya xwe ya şoreşgertî derkevin..
di Demekê de ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kirin û pêşengên şoreşê dike hedef, li aliyê din jî şerê taybet li dijî ciwanên herêmê tê meşandin lê ciwanên herêmê li hember tevahî pilana têdikoşin..
Ji bo xurtkirina rola ciwan di her warî de ji beriya demekê ve tevgera ciwanên PYD”ê pêngava ‘’ em bi hev re Cenga Azadiyê bi ser bixin ‘’ destpêkirine ku armanc jê perwerde û rêxistinkirina ciwanên herêmê ye..
Ciwanên PYD’ê bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li nasnameya xwe ya şoreşgertî derkevin û li pêş hemû pilanên ku li dijî herêmê têne pêkanîn rawestin..
Dewleta Tirk a dagirker û hin aliyên din dixwazin bi şerê taybet hem bi madeyên hişbirê hem jî bi wesîleyên din ciwanên herêmê ji cewherê wan derxînin, tevgera ciwanên PYD’ê jî bi her awayî bi çalakiyan radibe da ku li dijî vê yekê bisekine.