Kanala ROJAVA TV

JINÊN EFRÎNÎ BERTEK NÎŞANÎ SÛCÊN ÇETEYAN LI DIJÎ JIN Û ZAROKAN DIDIN

JINÊN EFRÎNÎ: CÎHAN LI HEMBER SÛCÊN LI DIJÎ JIN Û ZAROKAN LI EFRÎNÊ KER Û LALE

Li efrîna dagirkirî ji sala 2018’an de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê tevahî sûcên dermirovî pêk tîne
Di demên dawî de jî herî zêde çete sûcan li dijî jin û zarokan pêk tîne
Beriya çend rojan çeteyekî koma hemzat keçeke 13 salî ji gundê coqê tecawiz kir , beriya wê jî çeteyan êrîşî mala jinekê bi temen kir zêrê wê dizîn û ew kuştin ,li hember wê jî hêrsa gel zêde bû

almaz hiso ku 6 salin bi darê sorê ji efrîn hatiye koçber kirin dibêje binpêkirinên herê qirêj li efrînê têne kirin û cîhan li hember wê ker û lale

Şêrîn ehmed jî dibêje dewleta tirk li efrînê herî zêde jin û zarokan dike hedef û pêwîste civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan xwedî li wan derkevin

6’ê Gulanê serçeteyê koma Sultan Suleyman Şah ango El Emşat, Ehmed Memdûh ku bi navê Ebû Dehan tê naskirin zarokeke 10 salî tecawiz kir.

Her wiha serçeteyê bi navê Selah Qasim yê koma Ceyş El Îslam a dewleta Tirk a dagirker zarokeke 14 salî tecawiz kir.

kiryarên li Efrînê hîna jî dewam dikin.