Kanala ROJAVA TV

HEVSEROKÊ YEKÎTIYA ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO DIKE

SILÊMAN CEFER – HEVSEROKÊ YEKÎTIYA ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Silêman Cefer diyar kir ku li îmralî rêber abdullah ocalan ji tevahî mafê xwe hatiye bêparhiştin û got CPT jî şrîkê tecrîda li îmralî ye
25 salin Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha girava îmralî de tê ragirtin û dewleta tirk tecrîdeke giran li dijî rêber Apo pêk tîne û rêber Apo ji mafê hêviyê bêpar dike, li hember wê jî nerzîbûn û bertek bê navber berdewam dikin.

Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Silêman Cefer dibêje; ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan kar dike 25 salin di bin tecrîdeke giran de ye û ji tevahî mafên xwe bêpare

Silêman cefer Helwesta CPT rexnekir û ne eşkerekirina rewşa Rêber Apo piştî serdana îmralî şirîkatiya bi dewleta tirk re binavkir

Ji adara sala 2021’ê de bi hinceta cezayên displînî ti agahî ji rêber abdullah ocalan nayên girtin , wê demê û beriya 27 mehan rêber abdullah ocalan bi birayê xwe mihemed ocalan re axivîbû lê bi zanebûn telefon hatibû birîn