Kanala ROJAVA TV

WERGIRTINA GENIMÊ COTKARAN LI DEPOYÊN HERÊMA FIRATÊ BERDEWAM E

ZIYAD ABDULLAH: HEYA NIHA ME HEJMAREKE BAŞ YA GENIM WERGIRTIYE

Wergertina Genimê cotkaran li seranserî depoyên Herêma Firatê berdewam in.

Aliyên peywendîdar yên Herêma Firatê ji Rojava TV re behsa proseya wergirtina genim kirin û gotin, heta niha hejmareke baş û têrker hatiye wergirtin.

Li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê wergirtina Genimê cotkaran berdewam e.

Li Herêma Firatê jî bi heman awayî tevgereke germ û geş li ser depoyan heye û cotkar di sireyê de li benda dora xwe ne.

Desteya çandiniyê û aliyên peywendîdar jî ji bo hêsankirina proseya wergirtinê di nava tevgerê de ne.

Rêveberê depoya genim yê gundê Rovî Ziyad Abdullah behsa rewşa dawiyê ya wergritina genim dike.

Li aliyekî din hevseroka desteya çandiniyê ya Herema Firatê Sewsen Daban dibêje, depoyên wan bi tenê têra 33 hezar tonan dikin.

Li Herêma Firatê sê depoyên wergirtina genim hene ku ew jî li gundê Rovî ,navçeya Sirîn û navçeya çelebê ne.