AFMOSFÊRA ROJA 2’AN A CEJNA QURBANÊ LI KOBANÊ
XELKÊN KOBANÊ: EM HÊVÎ DIKIN CEJNA BÊ XELKÊN ME YÊN LI DERVE VEGERIN WELATÊ XWE
Xelkên bajarê Kobanê roja Duyemîn ya Cejna Qurbanê pîroz dikin û di roja duyem de serdana hev dikin. Zarok jî bi hevalên xwe re cejnê pîroz dikin. peyamnêrên me li kobanê atmosfera roja 2’an a cejnê şopan em temaşe bikin
Xelkên bajarê Kobanê roja Duyemîn ya cejna Qurbanê bi pîrozbahî û serdana hev berdewam dikin.
her kes diçin serdana malbat ,xizm û cîranên xwe û cejna wan pîroz dikin.
Zarok jî bi coş û kêf dadikevin parkan û cejna xwe bi hevalên xwe re pîroz dikin.
xelkên Kobanê atmosfêra xwe ya roja duyemîn ji cejna Qurbanê bi rojava tv re parve kirin.
Zarokên bajêr jî kêfxweşiya xwe bi cejnê re anîn ziman.
tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, lê Cejna Qurbanê bi saya hêzên ewlekariyê ku çend rojin ji bo parastina ewlehiyê di cejnê de rêkarên xwe zêde kirine , ewle derbas bû.