Kanala ROJAVA TV

XELKÊN BAJARÊ MINBICÊ JI BER BUHAYÊN PÊDEVIYÊN CEJNÊ BI GAZININ

Xelkên bajarê Minbijê jî, ji bo kirîna pêdeviyên cejna Qurbanê li bazara ne. lê ji ber buhabûnê Şêniyên Minbicê bi gazinin.

Liv û tevgera şêniyan li bazarê pir kêma, ew jî ji ber buhaya kel û pelên cejnê ye.

Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêm û bi taybet di van demên dawî de li Minbicê, lê şênî bi israrin cejna xwe pîroz bikin.

Şêniyên bajarê Minbicê ji Rojava TV re diyar kirin ku ji ber bilindbûna nirxê dollar, her tişt buha ye .