Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN REQAYÊ SERDANA BAZARÊN FIROTINA PEZ DIKIN

EHMED EL- ÎSA- FIROŞKARÊ PEZ

Welatiyên bajarê Reqayê ji bo pêkanîna rêûresmên cejnê serdana bazarên firotina pez dikin.

Firoşkarên pez jî diyar dikin ku tevgera kirîn û firotinê ya îsal li beramberî sala derbasbûyî kêmtir e, ji ber ku nirx buha ne.

Ev der bazareke firotina pez li bajarê Reqayê ye. Bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re welatî berê xwe didin bazarê û qerebalixiyeke zêde heye.

Ji ber bilindbûna nirxan îsal tevgera kirîn û firotinê li beramberî sala derbasbûyî kêmtir e.

Nirxên firotina her pezekî normal di navbera milyonek û 2 milyon lîreyên Sûrî de ye.

Welatiyên ku serdana bazarê dikin, diyar dikin ku herçiqas nirx buha bin jî, lê ji bo temamkirina rêûresmên cejnê ew ê pez bikirin.

Roja çarşemê dê li piraniya welatên mislimanan roja yekem a cejnê dest pê bike, piştî vegera ji mizgeftê dê misliman dest bi serjêkirina pez bikin û cejna xwe bi wî awayî pîroz bikin.