Kanala ROJAVA TV

XELKÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ AMADEKARIYÊN CEJNA QURBANÊ DIKIN

WELATIYÊN QAMIŞLO: TEVÎ BUHAYAN JÎ LÊ TEVGEREKE BAŞ LI BAZARAN HEYE

xelkê bakur û rojhilat sûriyê tevî êrîşên li dijî herêmê û buhayên li bazaran, dîsa amadekariyên cejna Qurban dikin.

Kamîreya Rojava TV li bazara bajarê Qamişlo geriya û atmosfêra amadekariyên ji bo cejnê şopand.

Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, dîsa xelkên bakur û rojhilat sûriyê amadekariyên pêşwazîkirina cejna Qurban dikin.

Bi nêzbûna cejnê re tevgereke germ li bazarên bajar û navçeyên herêmê heye.

Her wiha başbûna mewsimê çandiniyê yê îsal jî weha kir xwestekeke zêde li ser kelûpelên cejnê çêbibe.

Kamîreya Rojava TV li bazara Qamişlo geriya û atmosfêra amadekariyên ji bo cejnê şopand.

welatiyên bajarê qamişlo diyar dikin ku, tevî buhayan jî lê ew nikarin dev ji rêûresmên cejnê berdin.

Hêzên ewlekariya hundirîn ji bo parastina ewlehiya herêmê, li kolan û bazaran di nava amadebaşiyê de ne û rêkarên pêwîst jî wergirtine.