ŞELAŞ: EM PIŞTEVANIYA BIRYARA RÊVEBERIYA XWESER YA DADGEHKIRINA DAIŞ’Ê DIKIN
ŞÊX FEHED ŞELAŞ- ŞÊXÊ HOZA BIN SEÎD
Şêxê Hoza Bin Seîd û bepirsê nivîsgeha têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Şêx Fehed Şelaş dibêje, biryara Rêveberiya Xweser ya darizandina DAIŞ’ê girîng e û ew bi tevahî hêza xwe piştevaniya wê biryarê dikin.
Her wiha diyar dike ku, dewleta Tirk naxwaze çeteyên DAIŞ’ê bêne darizandin, ji ber ku dê rastiya wê derkeve.