Kanala ROJAVA TV

BUROYA SEDSALÊ: PÊWÎSTE LI GORÎ NY’YÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIBE

Gerînendeyê Giştî yê Tele1’ê Merdan Yanardag tev li bernameyeke televîzyonê bibû û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rexne kiribû. Nîqaşên ser gotinên Yanardag didomin. Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Bûroyê bi bîr xist ku têkildarî gotinên Yanardag ên “Tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin di hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Malbat û parêzerên rêber apo jî nikarin pê re hevdîtinê bikin.

Gelo ma pergaleke înfazê ya wiha dibe?” lêpirsîn hatiye destpêkirin û hat gotin: “di esasê xwe de hewceye têkildarî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê de lêpirsîn were destpêkirin.

Hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê herî xwezayî yê birêz Abdullah Ocalan e. Lê bi sedemên derqanûnî tên astengkirin.

Tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan, û girtiyên din ên îmralî nayên girtin.
di daxuyanî de hat gotin: “Mîna statûya taybet a Îmraliyê, her wiha astengkirina azadiyan jî cureyên îşkenceya li Îmraliyê ye.

Buroyê Bang ji hikûmet û Wezareta Dadê kir; tavilê li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin û dawî li rewşa agahî negirtinê û sepanên îşkenceyê bînin.