XELKÊN KOBANÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA KOBANÊ BI BÎR ANÎN
Xelkên kantona Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê li goristana şehîdan a Kobanê û ya gundê Berxbatanê bi pêxistina mûman li ser gorên wan bi bîr anîn.
Li goristanê li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û şehîdên Komkujiyê hatin bi bîr anîn.
Her wiha hate gotin: “Ji bo ku ev komkujî dubare nebe divê her kesek xwe li hember vê xakê berpirs bibîne û xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî birêxistin bike.
Di dawiya merasîmê de mûm li ser gorên şehîdên komkujiyê hatin pêxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 25’ê Hezîrana 2015’an anku piştî 5 mehan ji têkbirina DAIŞ’ê li bajêr, komkujiyek li Kobanê û gundê Berxbatanê pêk hat û di encamê de 242 sivîl û 30 şervanên YPG û YPJ şehîd bûn.