BI NÊZBÛNA CEJNA QURBANÊ RE RÊXISTINA NÛDEM JI ZAROKÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET RE ÇALAKIYEK LIDARXIST
Bi armanca Kêfxweşkirina zarokan û bi nêzbûna Cejna Qurbanê re, Rêxistina Nûdem a Zarokên xwedî pêdiviyên taybet, bi hevkariya Komeleya Emîn ji bo piştgiriya Zarokên Bi Nexweşiyên Penceşêrê, ahengek lidarxist.
Çalakî li parka Sîvan a Bajarê Qamişlo hate lidarxistin û tê de bi gotina Stranan û gerandina Dîlanan bi rê ve çû.
Çalakî bi belavkirina xwarinên tenduristî li zarokan bi dawî bû.
Rêxistina Nûdem sala 2021’ê ji bo perwerdekirin û parastina mafên zarokên xwedî pêdiviyên taybet xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin kir.