XWENDEKARÊN NAVÎN Û AMADEHÎ LI ŞEHBAYÊ KARNAMEYÊN XWE WERGIRTIN
ZELÛX BEKIR - HEVSEROKA DESTEYA PERWERDEYÊ YA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ
Li kantona Şehba û Şêrawayê zêdeyî 3 hezar xwendekarên astên navîn û amadehî karnameyên xwe wergirtin.
Rêveberên desteya perwerdeyê diyar dikin ku tevî dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên Tirkiyê dîsa xwendekaran li ber xwe dane û rêjeya serkeftinê baş e.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantonên Efrîn û Şehbayê karnameyên sala xwendinê ya 2022-2023’yan li 3 hezar û 153 xwendekarên astên navîn û amadehî belav kir.
Tevî ku ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê û erdhejên wêranker ên 6’ê sibatê, proseya xwendinê dem bi dem dihate rawestandin, lê dîsa xwendekaran encamên erênî bi dest xistin.
Kamereya Rojava TV jî ji nêzîk ve atmosfera belavkirina karnameyan şopand.
Hevseroka desteya perwerde û fêrkirinê ya Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir got, rêjeya serketinê ya îsal bilind e.
Her wiha mamosteya dibistana şehîd Hawar a gundê Babinis Şervîn Reşîd diyar kir ku tevî êrîş û dorpêça Hikûmeta dîsa xwendekaran li ber xwe daye.
Tê payîn xwendekarên refa 12’an di destpêka Tîrmehê dest bi pêşkêşkirina ezmûnan bikin.