XELKÊ HERÊMÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKER YÊN TIRKIYÊ PEYAMA BERXWEDANÊ DIDIN
HÎBA MIHEMED- RÊVEBIRA ENCUMENA JINÊN SÛRIYÊ YA REQAYÊ
Têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, Rêveberên jin ên Reqayê diyar kirin ku, armanca dewleta Tirk têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.
Her wiha tekez kirin ku heya dawiyê ew ê asta têkoşîn û berxwedaniyê bilindtir bikin.
Ev demeke dewleta tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê, xelkê herêmê peyamên berxwedaniyê didin û tekeziyê li ser parastina destkeftiyên şoreşê dikin.
Têkildarî mijarê Rêvebira Encumena Jinên Sûriyê ya Reqayê Hîba Mihemed dibêje, armanca dewleta tirk têkbirina aramiya herêmê ye.
Ji hêla xwe ve Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Buşra El-Ehmed diyar kir ku, li dijî êrîşan têkoşîna wan bilindtir dibe.
Piştî ku Rêveberiya Xweser biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê derxist, Tirkiyê êrîşên xwe dijwartir kirin, ji lewre çavdêr dibînin ku dewleta Tirk dixwaze dadgehkirina çeteyan asteng bike.