LI SERANSERÎ HERÊMÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞAN Û TECRÎDÊ XWEPÊŞANDAN HATIN LIDARXISTIN
WELATIYÊN QAMIŞLO LI DIJÎ HEDEFGIRTINA PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ XWEPÊŞANDANEK LIDARXISTIN
Welatiyên Qamişlo, Hesekê û Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî herêmê û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanên girseyî li dar xistin.
Xwepêşandêran êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê weke berdewamiya komploya 15’ê sibatê ya li dijî Rêber APO bi nav kirin û tekez kirin ku ew ê heya henaseya dawiyê li ber xwe bidin.
Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanên girseyî bi rê ve çûn.
Ev der bajarê Qamişlo ye, bi sedan welatîyên bajêr ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandanê ji Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a li bajêr dest pê kir û li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mitîngê.
Xwepêşandêran dirûşmeya ”rêxistinbûna Jin bersiva êrîşên dagirkeriyê ye” berz kirin û tekezkirin ku ew ê li dijî êrîşan asta berxwedaniyê bilind bikin.
Welatî û rêveberên bajarê Hesekê jî bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber APO û êrîşên li dijî herêmê, herikîn qadan.
Xwepêşandêran dirûşmeyên ku pesna xweragirî û berxwedana Rêber APO ya li dijî dagirkeriyê didin, berz kirin û gotin, êrîşên li dijî herêmê, berdewamiya tecrîdê de ne.
Ev der jî bajarê Reqayê ye, bi sedan welatiyên Reqayê ji bo girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandaneke girseyî saz kirin.
Xwepêşandanê ji pêşiya pira nû dest pê kir û li çerxerêya Panoramomayê veguherî mitîngê û axaftin li ser navên Kombûna Jinên Zenûbya û Encumena Sivîl a Reqayê hatin kirin.
Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin, piştî biryara Rêveberiya Xweser ya dadghekirina çeteyên DAIŞ’ê Tirkiyê êrîşên xwe zêde kirin.
Her wiha xwepêşandêran bang li civaka navdewletî kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigrin.
Di dawiyê de soza bilindkirina têkoşînê û tolhildana xwîna şehîdan hate nûkirin.