Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ JI BO NÎQAŞKIRINA GEŞEDANÊN SIYASÎ YÊN DAWÎ KOMXEBATEK HAT LI DAR XISTIN

MSD’ê û Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê û zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, komxebatek li Hesekê li dar xist.

Di komxebatê de hate tekezkirin ku dewleta Tirk dixwaze dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê asteng bike, ji lewre êrîşên xwe zêdetir kirine.

Encumena Sûriya Demokratîk û Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî yên dawiyê, îro komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.

Nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û qada leşkerî di komxebatê de amade bûn.

Di komxebatê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û geşedanên siyasî yên li ser asta herêmê û cîhanî hatin nîqaşkirin.

Beşdarên komxebatê dibînin, armanca dewleta Tirk jinavbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Endama Nivîsgeha têkiliyên dîplomasî ya MSD’ê Derya remedan dibêje, Tirkiyê dixwaze dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê asteng bike, ji lewre êrîşên xwe zêde dike

Ev komxebatên MSD’ê li gel aliyên siyasî yên cuda di demekê de ne ku aloziya Sûriyê her ku diçe kurtur dibe û MSD’ê armanc ji vê yekê dike ku pirsgirêkan bi rêya dîyalogan çareser bike.