Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ DIBISTANÊN JI BER ERDHEJÊ ZIRAR DÎTINE TÊN SERERASTKIRIN

Desteya Perwerdeyê ya kantona Şehbayê dest bi sererastkirina dibistanên ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê zerar dîtiye kiriye.

6’ê sibatê ji ber erdheja ku li mereşa Bakurê Kurdistanê rû da, hejmarek ji dibistanên li Şehbayê zirar dîtin û ji ber vê yekê xwendekar nedikarîn di dibistanan de xwendina xwe bibînin.

Piştî bi dawî kirina sala xwendinê ya 2022- 2023, Desteya Perwerdeyê ya kantona Şehbayê li gorî derfetên heyî ,dest bi sererastkirina dibistanên li navçeya Ehrez, Ehdas û Paymengeha Şehîd Viyan Amara kir.

li ser mijarê cîgira hevserokatiya Desteya Perwerdeyê ya Şehba Hena Kalo ji rojava tv re axivî û agahiyên berfireh parvekirin.