ŞÊNIYÊN DIRBÊSIYÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ XWEPÊŞANDANEK LI DAR XISTIN
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, îro xwepêşandanek li dar xistin.
Bi sedan şêniyên navçeyê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî xwepêşandanê bûn.
Di xwepêşandanê de endama Koordînasyonsa Kongra Star Rîhan Loqo aixî û got, armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîdê ,ku rê li pêşiya belavbûna fikrê Rêber APO bigre.
Rîhan bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hember tecrîdê jî şermezar kir û ew bêdengî weke hevkariyê bi nav kir.
xwepêşandan bi dirûşemên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.