Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN DAWÎ LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BANDOR LI GELEK ALIYAN KIR

KOÇBER: ÊRÎŞÊN DAWÎ LI DIJÎ HERÊMÊ PÊK HATIN BELBELAK MEZIN DI HERÊMÊ DE ÇÊKIRIN

Derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberên kampa Minbcê ya Rojhilatî behsa bandora êrîşan li ser wan ji Rojava Tv re kirin û diyar kirin ku ew ji ber êrîşên dewleta Tirk ji cih û warên xwe derketine.
Li aliyêkî din jî Rêveberê kampa Minbcê ya Rojhilatî Îmam Mustefa anî ziman ku ew ti carî dest ji koçberan berneden.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.
Ev êrîş bandorek mezin li koçberên di kampan de dikin ji ber ku di demên berê de jî ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man koçberî kampan bibin.
Koçberê di kampa Minbcê ya Rojhilatî de got, ev êrîşên dawî li dijî herêmê pêk hatin belbelak mezin di herêmê de çêkir.

Her wiha Rêveberê kampa Minbicê ya Rojhilatî Îmam Mustefa li ser rewşa kampê axivî û diyar kir ku ew ê berdewam destekê bidin koçberan û ti carî dest ji wan bernadin.

Kêmbûna alîkariyên Rêxistinên Navdewletî rewşa Koçberên kampa Minbicê û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî zehmet dike, her wiha girtina deriyên sînor û bi taybet deriyê Til Koçer bû sedema krîzeke mezin a jiyanî.