Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ KOMKUJIYA LI DIJÎ PÊŞENGÊN ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DEWAM DIKIN

EMÎNE OSÊ - CÎGIRA HEVSEROKATIYA ENCUMENA CÎBICÎKAR A RÊVEBERIYA XWESER

Cîgira Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê dibêje, dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jinan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Her wiha diyar dike ku, hevrêyên wan Şehîd Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş di nava pergala Rêveberiya Xweser de xwedî roleke bi bandor bûn..

Dîmenên bombebarankirina erebeyekê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser rêya Qamişlo- Tirbespiyê ye ku di encamê de hevseroka kantona Qamişo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û welatparêzê suryan Firat Tûma şehîd bûn.

Hedefgirtina pêşengên şoreşa 19’ê tîrmehê li her çar parçeyên Kurdistan û li derveyî welêt bi tundî tê şermezarkirin û banga rawestandina êrîşên Tirkiyê bilindtir dibe.

Cîgira Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê dibêje, dewleta Tirk bi hedefgirtina jinan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Emîne Osê behsa kesayeta Şehîd Yusra Û Leyman jî dike û dibêje, her du hevrêyên wan di nava pergala Rêveberiya Xweser de xwedî ked û têkoşîneke bi bandor bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew ê heya dawiyê destkeftiyên şehîdan biparêzin û bang li Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsyayê kiribû ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.