CENAZEYÊ ŞERVANÊ HRE CANŞÊR ŞÊRAWA LI ŞEHBAYÊ HATE OXIRKIRIN
Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Canşêr Şêrewa ku di qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Şehbayê hate oxirkirin.
Bi sedan koçberên Efrînî cenazeyê Şehîd ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Şehbayê ve ketin rê.
Li goristanê axaftin li ser navên Encumena Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê û Rêveberiya Xweser hatin kirin û tevahî şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.
Her wiha hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi dijwarkirina êrîşan û girankirina tecrîda li dijî Rêber APO polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd radestî malbatê hate kirin û cenaze bi dirûşm û tîlîliyên dayikan hat oxirkirin.