Kanala ROJAVA TV

LI MINBICÊ YEKEMÎN PÊŞENGEHA PÎŞEYÎ YA KARÊN DESTAN

ŞEHRVAN ÇAWÎŞ- ENDAMA KOMÎTEYA AMADEKAR A PÊŞANGEHÊ

Ofîsa kombûna Jinên Zenûbya îro li Minbicê yekemîn pêşangeha pîşeyî ya karên destan vekir.

Di pêşengehê de ku li qada Seatê a bajêr hat lidarxistin de70 jinên Ereb, Kurd, Çerkez û Tirkmen beşdarin û tê de tabloyên hunerî ku ji aliyên hejmarek şêwekaran ve hatine çêkirin,û karên destan hat pêşandan.
Di merasîma vekirina pêşengehê de Endama komîteya amadekar a pêşangehê Şehrvan Çawîş axivî û got armanca wan pêşxistina hunera jinan û piştgirîdayîna wan e.