DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIJMINATIYA XWE LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIDOMÎNE
ESED MENAN- ENDAMÊ ENCUMENA GIŞTÎ YÊ PYD LI ŞEHBA
Têkildarî rewşa siyasyî ya dawî li herêmên bakur û rojhilatê sûriyê, Endamê Encumena giştî ya PYD li Şehbayê Esed Menan axivî û got, Enqere bi êrîşên xwe û Şam jî bi bêdengiya xwe, dixwezin projeya Rêveberiya Xweser hilweşînin.
Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên hovane dijminatiya xwe li dijî gelê bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
li pêş çavên cîhanê êrîşên bakafirên bê mirov pêk tîne û sivîlan hedef digire.
Derbarê rewş û geşedanên dawî li herêmê, Endamê Encumena giştî yê PYD li Şehbayê Esed Menan got, Erdogan piştî hilbijartinên serokomariyê destdirêjiyên xwe li ser xaka sûriyê zêde kir.
Esed Menan di beşek din a axaftinên xwe de diyar kir ku Enqere û Şam bi kiryarên xwe dixwezin projeya Rêveberiya Xweser hilweşînin.
Xelkê bakurê û rojhilatê sûriyê tekez dikin ku Ew ê bi birêxistinbûn û kombûna li dora nirxên şoreşa civakî bersiva êrişan bidin.