YUSRA DERWÊŞ.. JINA LI SER BINGEHA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI BO GUHERTINA CIVAKÊ TÊKOŞIYA
Hevseroka Encumena Kantona Qamişlo Yusra Derwêş Jiyana xwe ji bo guhertina civakê bi rêya lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantona Qamişlo borand.
Em bêhtir derbarê jiyana Şehîd Yusra de di vê raporê de nas bikin.
Şehîd Yusra Derwêş jiyana xwe ji bo Guhertina civakê bi rêya lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantona Qamişlo borand.
Doh dewleta Tirk a dagirker bi riya Balafireke bêmirov Hevseroka Encumena Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Lêman Şiwêş û ajokarên wan Firat Tuma li ser rêya Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de li nêzî gundê Til Şiîr, kir hedef û di encamê de ew, cîgira xwe û ajokarê wan şehîd bûn.
Hemwextî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike, ev êrîş pêk hat.
Gelo Yusra Derwêş kî ye?
Yusra Mihemed Derwêş sala 1972’yan li Amûdê ya kantona Qamişlo ji dayîk bûye.
Sala 2001’an ji zanîngeha zimanê Fransî derçûye.
Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, dev ji perwerdeya di pergala Baas de berda û tev li şoreşê bû. Destpêkê bû mamosteya zimanê kurdî.
Piştre bû Rêvebera Dibistana Betûl a Amadehî ya navçeya Amûdê û Yek ji damezrînerên Saziyên Rêveberiya Dibistanan li Amûdê bû.
Piştî wê wek hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Amûdê hate hilbijartin.
Piştî xebateke demdirêj di qada perwerdeyê de, ji bo hevserokatiya Encumena Kantona Qamişlo hate hilbijartin.
Şehîd Yusra, pêşengiya çalakiyên ku ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar diketin, dikir.
Her wiha Roleke çalak di têkoşîna rizgariya jinan de li tevahî Kurdistanê lîst.
Di gotara xwe ya di çalakiya piştgiriya jinên Partiya Kesk de hatibû lidarxistin de, gotibû: “Tevlêbûna min di hilbijartinan de, serkeftin bi xwe ye”.
Şehîd Yusra ji bo ku guhertineke civakî ya giştî pêk bê û ji bo lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantonê û birêxistinkirina komînan di destpêka şoreşê de, xebat kir.
Roleke girîng di komkirina alîkariyan de ji bo zirardîtiyên erdhejê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê, lîst.
Her wiha Ji bo ku alîkariya zirardîtiyên erdhejê bê kirin, hevdîtin bi gelek beşên civakê û êlên herêmê re çêkir.