Kanala ROJAVA TV

KARVEDANÊN LI HEMBERÎ KOMKUJIYA LI DIJÎ HEVSEROKA KANTONA QAMIŞLO Û CÎGIRA WÊ BERDEWAM IN

Karvedan û nerazîbûnên li hemberî komkujiya li dijî Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û welatparêzê Suryan Firat Tûma berdewam in.

32 Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevpar komkujî û êrîşên berdewam ên dewlet Tirk li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo şermezar kirin.

Di daxuyaniya partiyan de hate gotin ku, dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina gelê herêmê êrîşên hovane pêk tîne.

Her wiha partiyan diyar kirin ku, êrîşên berdewam ên dewleta Tirk serweriya axa Sûriyê têk dibin û civînên Astanayê jî weke berdewamiya êrîşan hate binavkirin.

Di dawiyê de 32 partiyên siyasî tekez kirin ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Têkildarî heman mijarê Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê jî daxuyaniyek da û tekez kir ku ew ê xwîna şehîdan li erdê nehêlin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û komkujiyên xwe yên li dijî herêmê pîvanên navdewletî bin pê dike.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze dadgehkirina DAIŞ’ê asteng bike û wan ji nû ve zindî bike.

Di beşekî din a daxuyaniyê de hate tekezkirin ku dê dewleta Tirk ti carî nikaribe vîna berxwedêr a gelê herêmê têk bibe.

Di dawiyê Encumena Malbatên Şehîdan a Hesekê bang li hêzên garantor kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Kongra Star a Efrîn û Şehbayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku armanca dewleta Tirk qirkirina gelê herêmê û têkdana projeya Rêveberiya Xweser e.

Kongra Star a Efrîn û Şehbayê di dawiya daxuyaniya xwe de soza berdewamkirina rêya şehîdan nû kirin.