LI REQAYÊ KOMXEBATEK LI SER METIRSIYÊN BIKARANÎNA MADEYÊN HIŞBIR HATE LIDARXISTIN
MAZLÛM HEMO- HEVSEROKÊ KOMÎTEYA CIWANAN A REQAYÊ
Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Encumena Sivîl a Reqayê ji bo nîqaşkirina sedem û bandorên belavbûna madeyên Hişbir, komxebatek li dar xist.
Komxebat îro, bi beşdariya endamên komîteyê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û çalakvanan li Reqayê hate lidarxistin.
Di komxebatê de sedemên belavbûn û bikaranîna madeyên hişber di nava ciwanan de û çawaniya rêgiriya li pêşiya wê hatin nîqaşkirin.
Her wiha rola komîte û desteyên ciwanan ên di hişyarkirin û perwerdekirina civakê de bûne mijarên girîng ên nîqaşê.
Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û mijar bi dorfirehî hate gotûbêjkirin.