ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN A REQAYÊ BERDEWAM SERDANA MALBATÊN ŞEHÎDAN DIKE
EHMED XELEF EL- HEMÛD- HEVSEROKÊ ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN A REQAYÊ
Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê bi awayekî berdewam serdana malbatên şehîdan dike û li daxwazên wan guhdarî dike.
Encumena Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo pêkanîna pêdivî û daxwazên malbatên şehîdan bi têkiliya li gel komînan, serdana malbatên şehîdan dike.
Encumen dibêje, di 6 mehên îsal de wan alîkarî pêşkêşî malbatên şehîdan kirine û ji bo perwerdekirina zarok û malbatên şehîdan jî dê dewreyên perwerdeyê vekin.
Hevserokê Encumena Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed Xelef El- Hemûd behsa karûxebatên xwe yên di nava 6 mehên îsal de dike.