RÊXISTINÊN JINAN ÊN KOBANÊ TECRÎD LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN
Koordînasyona Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn ên herêma Firatê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê û bi amadebûna bi dehan jinên bajêr û endamên saziyan hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev 25 sal e tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan heye her wiha hate diyar kirin ku Rêber Apo hewl da pirsgirêka Kurd bi diyalogê û siyaseteke demokratîk çareser bike, lê dewleta Tirk ev hewldan ji xwe re wekî tawîz dîtin. Niha jî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.
Di dawiyê de jinan anîn ziman ku Rêber Apo di projeya civaka demokratîk de roleke sereke da jinan û soza domandina belavkirina fikr û felsefeya rêber Ocalan dan.