Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO: EM Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ MERTAL BISEKININ

Bi armanca şermzarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan, Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo meşek lidarxist.

MIX

Meş bi tevlîbûna bi sedan xelkên bajarê Qamişlo, saziyên civaka Sivîl û siyastmedaran bi siloganên “bijî berxwedana QSD’ê” û “bê serok jiyan nabe” ji çerxereya El Şerq ya Rojhilatê bajêr destpê kir û li ber çerxereya Sonî ya naverasta Bajêr veguherî Mîtîng.

Beşdarvanan di mîtîngê de diyar kirin ku ew ê li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê wekî mertalekî bisekinin û dê heta bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocelan li ser lingan bin.