DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ REWŞA KOÇBERÊN EFRÎNÎ ZEHMETIR KIRIYE
KOÇBERÊN EFRÎNÎ: DORPÊÇA HEYÎ REWŞA ME YA KOÇBERIYÊ ZEHMETIR DIKE
Piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarê Efrînê re koçberên Efrînî berê xwe dan kantona Şehbayê û li wir di kamp û avahiyên nîvwêrankirî de bicih bûn.
Bi ser de jî Hikumeta Şamê dorpêç li dijî wan ferz kiriye.
Têkildarî mijarê koçberên Efrînî yên li kampa Serdem a li Şehbayê dimînin ji RojavaTV re axivîn û gotin dorpêça heyî rewşa wan a koçberiyê zehmetir dike.
18’ê Adara sala 2018’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. Bi wê yekê re xelkên Efrînê neçar man koçberî kantona Şehbayê û taxên Helebê bibin.
Piraniya wan berê xwe dan Herêma Şehba û li Kampan bi cih bûn û beşeke din jî ji koçberan berê xwe dan Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û li wir di avahiyên nîvwêrankirî de di bin dorpêça Hikumeta Şamê de jiyan dikin.
Tevî koçberên Efrînî di van rewşên zehmet re derbas dibin jî Civaka Navneteweyî ji bo alîkariya wan bi erkên xwe ranabe.
Li ser mijarê koçberên Efrînî diyar kirin ku dorpêça heyî rewşa wan a koçberiyê zehmetir dike.
Her wiha koçberan anîn ziman ku tevî dorpêça giran a li dijî wan, dewleta Tirk jî bê navber êrîşan li dijî herêma Şehbayê pêk tîne.
Tevî ku koçberên Efrînî ji aliyekî bi dorpêçê û ji aliyekî din ve jî bi êrîşên Tirkiyê re rû bi rû dimînin, lê ti carî dest ji xeta berxwedanî û têkoşînê bernedane.