Kanala ROJAVA TV

SIYASETMEDARÊN REQA BANGA AZADIYA RÊBER APO DIKIN

SIBHÎ MIHEMED – ENDAMÊ PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK

Siyasetmedarên reqa jî tecrîda giran a li dijî rêber abdullah ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku rêber Abdullah Ocalan nexşeriyek ji bo ronîkirina riya gel danî û daxwaza azadiya rêber apo kirin .

DUB

Dewleta Tirk a dagirker Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî li Keniya girt û 25 sal in rêber Apo li girava Îmralî tê ragirtin.

Ji bo bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji mafê Hêviyê 27 meh in cezayên displînî li dijî rêber Abdullah Ocalan tên ferzkirin û tu agahî nayên girtin.

Siyasetmedarên bajarê Reqayê bertek û nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Sibhî Mihemed tecrîd şermezar kir û diyar kir ku partiya wan fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan esas digre.

Serokê Buroya Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyê Ismaîl Mihemed jî got rêber Abdullah Ocalan nexşeriyek ji bo ronîkirina riya gel daniye û banga azadiya rêber Apo kir.

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç doh ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re gotibû, bêhiqûqiyeke mezin li girtiyên zindana Îmraliyê tê kirin û qedexeya hevdîtinê yasayên Tirkiyê û yên Navneteweyî bin pê dike.