SIYASETMEDARÊN REQA BANGA AZADIYA RÊBER APO DIKIN
Dewleta Tirk a dagirker Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî li Keniya girt û 25 sal in rêber Apo li girava Îmralî tê ragirtin.
Ji bo bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji mafê Hêviyê 27 meh in cezayên displînî li dijî rêber Abdullah Ocalan tên ferzkirin û tu agahî nayên girtin.
Siyasetmedarên bajarê Reqayê bertek û nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan.
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Sibhî Mihemed tecrîd şermezar kir û diyar kir ku partiya wan fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan esas digre.