PÊJIYANIYA HESEKÊ JI BO PARASTINA KELÛPELAN GERÊN ÇAVDÊRIYÊ PÊK TÎNE
RÊZAN YÛNIS- ENDAMÊ RÊVEBERIYA PÊJIYANIYÊ
Rêveberiya pêjiyaniyê ya kantona Hesekê ji bo yekkirina nirxên kelûpenan û kontrolkirina dîroka wan, bi awayekî berdewam gerên çavdêriyê li nava sûkên bajêr pêk tîne.
Firoşkarên Hesekê jî diyar dikin ku gerên Rêveberiya Pêjiyaniyê rê li pêşiya keysbaziya bazirganan digre.
Rêveberiya Pêjiyaniyê ya bajarê Hesekê ji bo parastina kelûpelên xwarinê û kontrolkirina nirxên wan, gerên xwe yên çavdêriyê bi awayekî berdewam pêk tîne.
Rêveberiya Pêjiyaniyê endamên xwe li ser tîman dabeş kirine û her tîmek rojane gerên xwe li nava çend tax û kolanên bajêr û navçeyan pêk tîne.
Tîmên pêjiyaniyê nirxên kelûpelan, dîrok û kalîteya wan kontrol dikin û eger ku bazirgan an jî firoşker keysbaziyê bikin, rêkarên pêwîst di derheqê wan de digrin.
Firoşkar jî dibînin girîng e ku Rêveberiya Pêjiyaniyê li nava bazarê bigere, da ku nirxan yek bike û rê li pêşiya keysbaziyê bigre.
Pispor û şîrovekarên aborî dibînin ku daketina nirxê lîreya Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî û girtina dergehên bazirganiyê li gel herêmên Rêveberiya Xweser dibe sedem ku nirxên kelûpelan bilind bibin û bazirgan jî keysbaziyê bikin.