RÊVEBERIYA XWESER LI REQAYÊ ŞEHÎD FERHAD ŞIBLÎ BI BÎR ANÎ
XALID BERKEL- HEVSEROKÊ ENCUMENA ZAGONSAZ A REQAYÊ
Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi merasîmekê yek ji Stûnên damezirîner ên Rêveberiya xweser Şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî.
Merasîma bîranînê li hola Mişwar a bajarê Reqayê bi beşdariya Malbata Şehîd Ferhad Şiblî, Nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û Encumena Leşkerî hate li darxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku, Şehîd Ferhad Şiblî ji bo avakirina biratiya gelan têkoşîneke bêhempa meşand.
Her wiha hat gotin, Şehîd Ferhad Şiblî bû yek ji damezrînerên Rêveberiya xweser û mohra xwe bi wêrekî li tevahî qadan xist.
Piştî axaftinan, sînefizyonek li ser jiyana Şehîd Ferhad Şiblî hat pêşandan. Her wiha Encumena Cîbicîkar spasname pêşkêşî hejmarek Encumen û ofîsîn Rêveberiya xweser kir.