Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK HER KU DIÇE TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO GIRANTIR DIKE

OCALAN MIHEMED OSMAN - WELATÎ

Şêniyên bajarê Reqayê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û diyar dikin ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina vîna gelên berxwedêr e.

Zêdetirî 2 salan e ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayêne wergirtin û dewleta Tirk a dagirker roj bi roj tecrîdê girantir dike.

Li hemberî girankirina tecrîdê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekan nîşan didin û berdewam dadikevin qadan.

Têkildarî mijarê Welatiyên bajarê Reqayê tecrîdê şermezar dikin û diyar dikin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê têbikoşin

Her wiha welatiyan gotin, armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîdê ew e ku vîna gelên azadîxwaz ji holê bê rakirin.

Tevî ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo pêkanîna hevdîtinê serî li aliyên peywendîdar didin, lê daxwazên wan bêbersiv dimînin.