Kanala ROJAVA TV

BANGÊN JI BO DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê ZÊDE DIBIN

DAYIKÊN ŞEHÎDAN: JI BO EM REHET BIJÎN, DIVÊ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê WERIN DARIZANDIN

Girêdayî biryara Rêveberiya Xweser ji bo dariziandian çeteyên DAIŞ’ê dayikên şehîdan ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku destê çeteyên DAIŞ di xwîna zarokên me de heye û divê weren cezakirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Hezîranê de ragihand ku ew ê DAIŞ’iyên biyanî yên di girtîgehên li herêmê de bi rengekî adilane û li gorî zagonên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê darizîne û edaletê ji bo qurbaniyên sûcên wan pêk bîne.

Li ser vê yekê dayikên şehîdan anîn ziman ku heta niha xeteriya DAIŞ’ê li ser me heye.

Selma Ehmed dayika şehîdekî ye got: “Ji bo ku em karibin rehet bijîn, divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin”.

Her wiha Sebah Mûsa ku ew jî daiyka şehîdekî ye diyar kir ku mabûna çeteyan aramiya herêmê têk dibe.

Hevserokê Gerînendeya Ragihandê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm ji ajansa Mezepotamyayê re axivî û diyar kir ku dê dadgeh di demeke nêz de çêbibe û dê vexwendin ji her kesî re jî were şandin.