Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE LI DIJÎ HERÊMÊ ZÊDETIR DIKE

MUŞÎRA MELE REŞÎD - HEVSEROKA ENCUMENA ZAGONSAZ A HERÊMA EFRÎNÊ

Derbarê êrîşên dawî yên Dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevseroka Encumana zagonsaz a herêma Efrînê Muşîra Mele Reşîd ji RojAva Tv re diyar kir ku gel rojane rastî êrîşan tê ji ber ku Dewleta Tirk naxwaze aramî li herêmê pêk were.

Ev çend roj in Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî dijwar dest bi topbarankirin û bombebarankirina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Têkildarî vê yekê Hevseroka Encumana Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Mele Reşîd anî ziman ku êrîşên Dewleta Tirk li hembmer Xweseriya Demokratîk in.

Li aliyekî din Muşîra Mele Reşîd Destnîşan kir ku bi ragihandina biryara Rêveberiya xweser a dadgehkirina DAIŞ’ê re, Tirkiyê êrîşên xwe li dijî herêmê zêde kir.

Hevseroka Encumana Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Mele Reşîd diyar kir ku êrîşa Dewleta Tirk li dijî nexwşxaneya Til Rifet derveyî hemû zagonên navdewletî ne.

16’ê Hizêranê dewleta Tirk nexweşxaneya navçeya Til Rifetê kir hedef û di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.