KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BANGA QEDEXEYA ESMANÎ KIR
HAFÎZA EL- MELE- RÊVEBIRA KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA YA REQAYÊ
Kombûna Jinên Zenûbya ya bajarê Reqayê îro bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên bakur û Rojhilatê sûriyê şermezar kir û banga qedexeya asmanî kir.
kombûnê di daxuyaniyê de got, dewleta tirk a dagirker bi riya êrîşên xwe dixweze gelê herêmê qir bike û rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike.
Her wiha diyar kir ku, dewleta tirk li aliyekî êrîşî gelên li herêmên bakur û rojhilatê sûriyê dike û li aliyekî din jî li herêmên dagirkirî sûcên dijî exlaq û mirovahiyê pêk tîne.
Kombûna jinên zenûbya ya bajarê Reqayê di daxuyaniyê de tekez kir ku wekî gelê bakur û rojhilatê sûriyê li dijî êrîşan ew ê hevgirtina xwe xurttir bikin, her wiha banga qedexeya esmanî kir.