Kanala ROJAVA TV

DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ REWŞA KOÇBERÊN EFRÎNÎ ZEHMETIR KIRIYE

Piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarê Efrînê re koçberên Efrînî berê xwe dan taxên Helebê û li wir di kamp û avahiyên nîvwêrankirî de jiyan dikin.

Bi ser de jî di vê demê de Hikumeta Şamê dorpêç li dijî taxên Helebê ferz kiriye.

Têkildarî mijarê koçberên Efrînî yên li kampa Serdem a li Şehba dimînin ji RojavaTV re axivîn û gotin dorpêça heyî rewşa wan a koçberiyê zehmetir dike.